English | عربی | کوردی  
 
 
2016-04-17 [01:50 AM]

Hewlêr (ZNA) – Di civîna îro ya li Duha ya paytextê Qeterê de welatên sereke yên berhemhênerên petrolê li ser gihîştin bi rêkevtinekê bo cêgîrkirina asta berhemanîna petrolê nêzîkî hev in û dibe ku rêkevtinekê bi hev re îmza bikin.


Ajansa nûçeyan a Reutersê îro yekşemî belav kir, ku nusxeyeke reşnivîsa rêkevtinekê bi dest xistiye ku li gorê wê reşnivîsê welatên sereke yên berhemhênerên petrolê lihev kirine ku bi giştî asta berhemanîna petrolê di her mehê de ji asta meha 1 a îsal zêdetir nebe.

Herwiha li gor naveroka wê rêkevtinê hêlana asta berhemanîna petrolê dê heya dawiya îsal berdewam be û piştre dê berhemhênerên sereke li Rûsya bicivin daku derbarê bazara petrolê de û pêdeçûn bi biryarên xwe de gotûbêjan bikin.

Li gor zanyariyan hêj rêkevtina dawî nehatiye kirin, lê belê çend jêderên bilind ji Wezaretên welatên berhemhênerên petrolê ji Reutersê re ragihandine ku ew di wê baweriyê de ne ku rêkevtina dawî tê were îmzakirin.

Her derbarê wê mijarê de Birîkarê Wezareta Petrola Iraqê Enes Xalid Elsebah duh şemiyê geşbîniya xwe nîşan da ku rêkevtin were îmzakirin.

Di hewlekê de bo bilindkirina nirxê petrolê îro 17ê Nîsanê welatên mezin ên berhemhênerên petrolê li Duha ya paytextê Qeterê dicivin.





3931 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad