English | عربی | کوردی  
 
 
2016-04-18 [11:04 AM]

Hewlêr (ZNA) - Herêma Kurdistanê çavkaniya bazirganiya zêr li Iraqê ye û zêrê hemû Iraqê bi rêya Herêma Kurdistanê û tê dabînkirin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî dixwaze baca li ser zêr zêde bike.


Rêvebirê Giştî yê Bacên Herêma Kurdistanê Zanyar Mihemed Qadir di daxuyaniyekê de ragihand, zêrê hemû Iraqê bi rêya Herêma Kurdistanê tê dabînkirin û sedema wê yekê jî ev e ku baca anîna zêr li Kurdistanê li gor heman bacê li Iraqê kêmtir e.
 
Zanyar Mihemed Qadir got, baca anîna kîloyeke zêr li Kurdistanê 180 hezar dînar e, lê belê li Iraqê heman bac zêdetirî 180 hezar dînar e.
 
Mihemed Qadir da xuyakirin, ku ji ber wê sedemê zêrê hemû Iraqê bi rêya balafirxaneyên navdewletî yên Hewlêr û Silêmaniyê tê dabînkirin.
 
Rêvebirê Giştî yê Bacên Herêma Kurdistanê ew yek jî agihand, ku ew dixwazin rêjeya bacê zêdetir bikin, lê belê tekez kir, ku ew yek dê pêngav bi pêngav be û zêdekirina bacê bi awayekê nabe ku bandorek nerênî li bazirganiya zêrê li Kurdistanê bike û bazirganiya zêr ber bi cihekê din ê Iraqê ve veguhêz e.
 
Li gor zanyariyan, salane nêzîkî 100 ton zêr ji derve bo nav Başûrê Kurdistanê tê anîn.
 





3679 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad