English | عربی | کوردی  
 
 
2016-05-10 [12:20 PM]

Hewlêr (ZNA) - Hikûmeta Iraqê 100 milyar dînar bo dana heqê genimê cotkarên Kurd dişîne Başûrê Kurdistanê.


Alîkarê Wezareta Darayî ya Iraqê Fazil Nebî di daxuynaiyekê de ragihand, Hiûmeta Iraqê biryar daye pişka duyem a ji pereyê genimê cotkaran xerc bikin.
 
Fazil Nebî got: “Di heyamên dawî de me 50 milyar dînar bo Wezareta Bazirganî û bo dana pereyê genimê cotkaran xerc kir, ku ji %40ê wê pereyê ji cotkarên Kurdistanê re bû.”
 
Fazil Nebî herwiha da xuyakirin, piştî ku roja borî wan biryar da ku 250 milyar dînarê din ji Wezareta Bazirganî ya Iraqê re xerc bikin, îro duşemî 9ê Gulanê jî wan pêwendî bi Wezareta Bazirganî kir û wan soz da Wezareta Bazirganî ku dê %40ê wî pereyî ku dike 100 milyar dînar ji cotkarên Kurdistanê re xerc bikin.
 
Ew yek di demekê de ye, ku niha berhemê genim ê Başûrê Kurdistanê gelek ji pêwîstiya navxwe ya Kurdistanê zêdetir e.
 
Herwiha hat ragihandin, ku êdî genimê cotkarên Kurd bi deyn bi Bexdayê nayê dan û bo wê çendê jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar daye, ku di sala 2017ê de bi xwe genimê cotkarên Kurd bikirre.
 
Herwiha biryar e Hikûmeta Herêma Kurdistanê heya sala 2020 de li ser wê proseyê de berdewam be, lê dê piştre kirrîna genimê cotkaran bi yekcarî bide destê sektora taybet. Bo cîbicîkirina wê projeyê jî pêwîstî bi zêdetir ji 500 milyar dînarî heye.

 

Rûdaw





3697 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad