English | عربی | کوردی  
 
 
2016-06-02 [02:11 AM]

Hewlêr (ZNA) - Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, raporta mehane ya hinardekirina meha Gulanê ya îsal belav kir û aşkera kir, dahatê henardekirina neft zêdetir li 390 milyon dolar bûye.


Li gor raporta Wezareta Çavkaniyên Xwezayî, ku wêneyekê wê gihîştiye destê ZNAyê, di meha 05.2016ê de hikûmeta Herêma Kurdistanê nêzîk 16 milyon bermîlên petrolê bi rêya xeta borî ve henardeyî benderên ceyhanê li Tirkiyê kiriye.

 

Raporta wan herwaha aşkera dike: ‘’Dahata vê petrolê 390 milyon û 748 hezar dolar bûye û 75 milyon dolarê vê ji bo şeş şîrketên vegûheztinê û xercên din hatiye cuda kirin.’’
 
Li gor raportê, di meha derbasbûyî de tenê nêzîk 4 saetan henardekirina nefta herêma Kurdistanê ya bendera Ceyhana li Tirkiyê hatiye rawestandin.
 
 





3586 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad