English | عربی | کوردی  
 
 
2016-06-08 [11:25 AM]

Hewlêr (ZNA) - Nirxê petrolê asteke bilind tomar kir û îro çarşemî 7ê Hezîranê her bermîleke petrolê di bazaranê cîhanê de bi 52 dolaran hat firotin.


Nirxê petrolê îro çarşemî 7ê Hezîran a 2016ê di bazarên cîhanê de zêde bû. Di bazarên cîhanî de, îro nirxê her bermêleke petrola Brent a Deryaya Bakur %1.5 zêde bû û bi 52 dolar û 44 sentan hat firotin.
 
Herwiha her bermîl petrola Teksas a Amerîkayê jî bi nirxê 51 dolar û 12 sentan hat firotin. Bi vî awayî ji destpêka meha Hezîranê ve ev cara yekemîn e ku buhayê petrola Teksasê zêdetirî 5o dolarî be.
 
Pisporên warê bazara petrolê di vê baweriyê de ne, ku kêmbûna berhemanîna petrolê li Afrîqa û bi taybet li welatê Nîceriya û herwiha kêmbûna pêşkêşkirina petrola xaw li Amerîkayê, sedemên giring ên zêdebûna nirxê petrolê ne.
 
Li gorî zanyariyan, pêşkêşkirina petrola xaw li Amerîka di heyama vê hefteyê de bi qasî 3.6 milyon bermîlan kêm bûye.
 
Piştî ku ji sala borî ve nirxê petrolê bi awayekê berçav kêm bû, ev cara yekemîn e ku nirxê petrolê asta zêdetir ji 50 dolarî tomar dike.
 





3562 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad