English | عربی | کوردی  
 
 
2016-06-15 [10:29 AM]

Hewlêr (ZNA) - Wezareta Derve ya Amerîka daxwaza serdana şandeke jûrên bazirganî yên Başûrê Kurdistanê bo Amerîkayê kiriye.


Jûrên bazirganî yên Başûrê Kurdistanê dê vê hefteyê serdana Amerîkayê bike. Li gorî zanyariyan, serdana wê şanda Başûrê Kurdistanê li ser daxwaza fermî ya Wezareta Derve ya Amerîkayê ye.
 
Serokê Jûrên Bazirganî yên Başûrê Kurdistanê Dara Celîl Xeyat di daxuyaniyekê de ragihandiye, ev serdan li ser vexwandina fermî ya Wezareta Derve ya Amerîka tê kirin.
 
Dara Celîl Xeyat got: "Serdan dê dawiya vê hefteyê bê kirin û armanca serdanê jî xurtkirina pêwedniyên bazirganî û mifawergirtin ji ezmûna serkevtî ya bazirganî û aborî ya Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê ye."
 
Celîl Xeyat destnîşan kir, ku şanda Başûrê Kurdistanê dê ji 9 kesan pêk were û tekez kir, ku nûnerên parêzgehên Hewlêr, Dihok, Silêmanî û Kerkûk tdi şandeyê de beşdar dibin.





3553 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad