English | عربی | کوردی  
 
 
2016-06-16 [02:16 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Ji îro pênşemiyê ve dest bi dabeşkirina mûçeyên meha 5 a karmendan hat kirin û yekem mûçe jî dê bi ser Hêzên Pêşmerge de bên dabeşkirin.

Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji îro pênşemî 16ê Hezîranê ve dest bi dabeşkirina mûçeyên meha 5 ên karmendên hikûmetê dike.

Rêvebirê Banka Minare, Omer Ebdullah ragihand: Pereyê pêwîst hatiye amadekirin ûm ji saet 11:00ê îro ve dest bi dabeşkirina mûçeyên meha Gulanê yên Wezareta Pêşmerge hatiye kirin.

Omer Ebdullah herwha got: Em pêşbînî dikin saet 13:00 dawî bi dabeşkirina mûçeyên meha 5 a Wezareta Pêşmerge bihê. Ebdullah tekez jî kir,ku her îro dê mûçeyên dîwana wezaretê û lîwayan bên dabeşkirin.

Tê pêşbînîkirin, ku ji destpêka hefteya bihê ve mûçeyên hêzên Zêrvanî, Hêza Amade û yên dezgehên asayişê bên dan.





3736 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad