English | عربی | کوردی  
 
 
2016-07-08 [08:27 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Şîrketa Genel Energy ragihand, sala borî wî şîrketa berhemanîna petrolê 1 milyar û 358 milyon û 920 hezar dolar daye Herêma Kurdistanê.

 

Şîrketa petrolê ya Genel Energy ku şîrketeke Brîtanî-Tirkiyeyî ye û li her du blokên petrolê yên Teqteq û Binebawê yên li Başûrê Kurdistanê kar dike, nûtirîn raporta salane ya xwe belav kir.

 

Di vê raporta salane de, hûrgiliyên asta berhemanîna petrolê û rêjeya dahata şîrketê di sala 2015 de hatiye aşkerekirin.

 

Li gorî raporta Genel Energy, ku di dawiya meha borî (Hezîran) hatiye belavkirin, di sala borî de wê şîrketê 30 milyon û 971 hezar û 26 bermîlên petrolê li bloka petrolê ya Teqteqê firotiye.

 

Herwiha di raportê de hatiye, ku di heyama sala borî de Benel Energy 1 milyar û 358 milyon û 920 hezar dolar daye Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

 

Wê şîrketa Brîtanî-Tirkiyeyî amaje bi wê yekê jî kiriye, ku ew pereyên ku li gorî tedbîrên Wezareta Çavkaniyên Xwezayî dane Hikûmeta Herêma Kurdistanê, tenê pereyê kar û çalakiyên wan ên li her du blokên Teqeteq û Binebawî bûye.





3514 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad