English | عربی | کوردی  
 
 
2016-07-12 [10:08 AM]

Hewlêr (ZNA) -


 Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê ragihand, di meha Hezîran a îsal de Herêma Kurdistanê nêzîkî 15 milyon bermîlên petrolê bi rêya Bendera Ceyhan a Tirkiyê bo bazarên derve hinarde kiriye.

 

Di raporta xwe ya nû de Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê rêjeya petrola hinardekirî û dahatê wê di meha 6 a 2016an de aşkere kir.

 

Li gorî vê raportê, di meha Hezîran a 2016an de Herêma Kurdistanê rojane 567 hezar û 68 bermîlên petrolê berhem aniye û koma berhemanîna petrolê di vê mehê de 17 milyon û 20 hezar û 131 bermîlên petrolê ye.

 

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî herwiha daye xuyakirin, ku 14 milyon û 997 hezar bermîlên petrolê bo Bendera Ceyhan a Tirkiyê hatiye şandin û 2 milyon bermîlên din jî li parzûngehên (rafîneriyên) Baziyan û Kelek hatine parzûnkirin.

 

Herwiha amaje bi wê yekê jî hatiye kirin, ku li navxweyê Herêma Kurdistanê ri rêjeyeke petrolê nehatiye firotin.

 

Di berdewamiya vê raportê de hatiye gotin: “Meha birî rojane 500 hezar bermîlên petrolê bo Bendera Ceyhanê hatibû şandin û di tevahiya mehê de jî 14 milyon û 997 hezar bermîlên petrolê hatibû berhamanîn.”

 

Wezareta Çavkaniyê Xwezayî derbarê buhayê her bermîleke petrola Kurdistanê de jî daye zanîn, ku nirxê her bermîleke petrolê 36 dolar û 43 sent bûye û dahata firotina petrolê jî di meha 6an de bi qasî 561 milyon dolar û 953 hezar dolar bûye.

 

Di beşeke din a raportê de amaje bi wê yekê hatiye kirin, ku 479 milyon dolar gihîştiye destê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û li gel dahatên din ên navxwe bo dana mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê bi kar hatiye.

 

Derbarê gaza ku li bîrên Kurdistanê hatiye berhemanîn jî, Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ragihandiye: “Hemû ew gaza xwezayî ku hatiye berhemanîn bi mebesta dabînkirina wuzeya elektirîkê bi kar hatiye.”





5953 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad