Hewlêr (ZNA) - Nirxê petrola Teksasê dakete bin 40 dolarî û nizimtirîn asta xwe di 4 mehên dawî de tomar kir.
Roja duşemî 1ê Tebaxê nirxê her bermîleke petrola xaw a Teksas a Amerîkayê bi qasî 1.58 dolar kêm bû û gihîşt asta 39.86 dolarî.
herwiha nirxê yek bermîl petrola xaw a Brent 1.51 dolar kêm bû û bi 41.87 dolarî hat firotin.
Daketina nirxê petrolê di demekê de ye, ku ji meha Nîsan a îsal ve heta niha nirxê petrolê nirxek wisa kêm tomar nekiribû.
Yek ji sedemên kêmbûna buhayê petrolê, zêdebûna berhemanîna OPECê ye, bi awayekê ku di meha borî de berhemanîna petrolê gihîşt zêdetirîn asta xwe.
Herwiha berhemanîna Amerîka li gorî 2 salên borî zêdetir bûye.
3835 car hatiye dîtin |