English | عربی | کوردی  
 
 
2016-08-02 [10:55 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Ewropa, Dilawer Ajgeyî dibêje, Ewropa ne li dijî serxwebûna Herêma Kurdistanê ye, li bendê ye Herêma Kurdistanê serxwebûna xwe ragihîne.

 

Dilawer Xalid Ajgeyî, ji rojnameya erebî ya Şerq El Ewsetê re li ser serxwebûna Kurdisitanê û şerê DAIŞê axiviye û bersiva pirsên wê rojnamê daye.

 

Ajgeyî diyar kiriye ku dema welatên Ewropî ji Pêşmerge re çek û cebilxanê dişînin, tûşî zehmetiyê dibin çimkî Kurdistan dewletek serbixwe nîne.

 

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Brûkselê, her wiha gotiye, ji bo ku ew kêşe nemîne divê Hikûmeta Kurdistanê bi alîkariya welatên Ewropa û Amerîka, tabûreka serbazî ta taybet ava bike û wan li ser çekên pêşketî û nû perwerde bike, ji ber ku yek ji sebebên ku Ewropa çekên giran ji Kurdistanê re naşîne ew e ku Pêşmerge hêşta fêrî çekên rojavayî nebûne.

 

Dilawer Xalid Ajgeyî daye zanîn ku Herêma Kurdistanê hewl dide, rêkeftinek wekî ya ku bi Pentagona Amerîkayê re îmze kir, bi NATO re jî îmze bike.

 

Li ser hinartina enerjiyê bi taybet gaza sirûştî jî Ajgeyî gotiye, Kurdistan nikare ji Ewropayê re bibe alternatîfa Rûsyayê lê dikare beşek girîng ji gaza Ewropayê dabîn bike.

 

Li gorî agahiyên wî dîplomatê kurd, boriya ku gaza Kurdistanê derbasî Ewropa dike, ji nav xaka Tirkiyê re derbas dibe û dê destpêka sala 2019 bigihê Ewropa.

 

Dilawer Xalid Ajgeyî li ser serxwebûna Kurdistana Başûr jî gotiye, welatên Ewropî ne li dijî serxwebûna Kurdistanê ne lê ji kurdan re jî nabêjin “biçin serxwebûna xwe ragihînin!” lê li bendê ne Herêma Kurdistanê serxwebûnê îlan bike.

 

Nûnerê Hikûmeta Kurdistanê li Ewropa bang li welatên Ewropî jî kiriye, zêdetir alîkariya Pêşmerge bikin û mîna Amerîka, beşek ji mûçeyê Pêşmerge bidin û gotiye, helbet ev jî başiyek mezin nîne çimkî Pêşmerge û Kurdistan bi nûnertiya hemû cîhanê şerê DAIŞ û terorîstan dike.

 





3736 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad