English | عربی | کوردی  
 
 
2016-08-10 [11:24 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Ji ber kirîza darayî û hawirdekirina berhemên biyanî, zêdetirî hezar û 500 kargehên Silêmaniyê, karê xwe sekinandine.

 

Gelek kargehên taybet ên çêkirina mermer, kaşî, prîket, qîr û kargehên din, li gel hebûna krîza darayî, ji ber hawirdekirina berheman ji welatên din, nikarin berhemên xwe bifiroşin.

 

Berpirsên fermî jî dibêjin berhemên ji derve tên Herêma Kurdistanê ji aliyê kalîte ve ne baş in, lê erzan im û lewma jî hemwelatî zêdetir wan berheman dikirin.

 

Rêveberê Geşedana Pişesazî ya Silêmaniyê Mihemed Cebar dibêje, “Praniya kargehan kevin bûn, berhemên wan li gor vê serdemê nînin, lewma jî hatine girtin.”

 

Cebar diyar dike ku dibe krîza darayî jî sedemê girtinê be lê bi baweriya wî, divê kargeh hewlbidin berhemên baştir hilberînin, ne ku karê xwe bidin sekinandin.

 

Ev 2 sal in ji ber krîza darayî piraniya projeyên kar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê rawestiyane.

 

Tenê li nav sînorên Silêmaniyê zêdetirê hezar û 700 proje nîvçe mane.





5512 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad