English | عربی | کوردی  
 
 
2016-12-01 [04:17 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Welatên endamên OPECê îro di civîna li Viyennayê de li hev kirin, ku asta berhemanîna petrolê kêm bikin. Li gorî rêkevtina nû, welatên endamên OPECê dê asta rojane ya berhemanîna xwe bi rêjeya 1 milyon û 200 hezar bermîlan kêm bikin.

 

Li gorî nûçeyeke malpera Bloombergê jî, piştî 8 salan, welatên berhemhênerên petrolê bi hev re rêkevtin kirin, ku asta berhemanîna rojane ya petrolê ji 33.7 milyon bermîlan ve bo 32.5 milyon bermîlan kêm bikin.

 

Her li gotî nûçeya vê malperê, Îran, Siûdiye û Iraq derbarê asta berhemanîna hev danûstandinên giring kirin û karîn bi hev re bigihîjin rêkevtinekê û arîşeyên navbera xwe çareser bikin.

 

Li gorî zanyariyan, li Viyennayê, Erebistana Siûdiyê qebûl kir, ku Îran asta berhemanîna xwe kêm neke û berhema petrola xwe di rojekê de bigihîne 3.9 milyon bermîlan.

 

Îro çarşemî 30ê Mijdara 2016ê li gel destpêkirina civîna çarenivîssaz a endamên OPECê li paytexta Nemsayê bajarê Viyennayê, nirxê petrolê di bazarên cîhanê de bi rêjeya %7 zêde bibû û 50 dolar derbas kiribû

 

Ji ber geşbîniya wezîrên enerjî û petrolê yên welatên endamên OPECê, îro nirxtê her bermîlê petrola Brentê 3.3 dolar zêde bibû û gihîştibû nêzîkî 51.69 sentan. Pêştir nirxê petrola Brentê 46 dolar bû.

 

Herwiha nirxê her bermîleke petrola Teksas a Amerîkayê bi qasî 2.95 dolarî zêde bû û 48 dolar bo her bermîlekê derbas kir.

 

Di heyama 9 mehên dawîn de, nirxê petrolê di her bermîlekê de gihîşt asta herî zêde.

 





3517 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad