English | عربی | کوردی  
 
 
2016-12-02 [10:20 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Piştî bi fermî ragihandina rêkevtina OPECê, zêdebûna nirxê petrolê berdewam e û îşev şeva pênşemiyê nirxê her bermîleke petrola Brent a Deryaya Atantîka Bakur gihîşt nêzîkî 55 dolarî.

 

Li gorî ajansên cîhanî, zêdebûna nirxê petrolê di bazarên cîhanî de berdewam e. Îşev jî nirxê petrolê zêde bû û li gorî agahiyan, buhayê her bermîleke petrola Brentê di bazarên cîhanê de bi 54.44 dolarî hat firotin.

 

Êvariya duh çarşemî 30ê Mijdara 2016ê, welatên endamên OPECê derbarê kêmkirina rêjeya berhemanîna petrolê de gihîştin rêkevtinekê û piştî ragihandina fermî ya wê rêkevtinê, nirxê petrolê bi awayekê berdewam zêde dibe.

 

Yek ji sedemên giring ên zêdebûna nirxê petrolê, ji bilî rêkevtina OPECê, razîbûna Rûsya bo beşdarbûn di proseya kêmkirina rêjeya berhemanîna petrolê de ye.

 

Rûsya biryar daye, ku di nîveya yekem a sala 2017ê de, 300 hezar bermîlên petrolê kêmtir bixe bazarên cîhanê.

 

Welatên endamên OPECê jî li hev kirine, ku bi qasî 1 milyon û 200 hezar bermîlan, ji asta berhemanîna petrola xwe kêm bikin.





3721 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad