English | عربی | کوردی  
 
 
2017-07-13 [12:31 PM]

Hewlêr (ZNA)-


 Kompanya DNO ya Norwêcê destpêkirina proseya kolandina bîrên petrolê li bloka neftî ya Tawkê ragihand û aşkere kir, ku niha li 3 sekoyên petrolê bi şêweyeke çalak kar dike.

 

DNOyê di daxuyaniyekê de ku li ser malpera xwe ya fermî belav kiriye, amaje bi wê yekê dike ku wan dest bi pişkinîna berfireh û hûr a ciyolociya erdê li bîra nefta Fîşxabûra 2 bo dîtina petrolê kiriye.

 

Rêveberê Cîvikarê DNOyê Bîjen Musafir di wê daxuyaniyê de ragihandiye, ji ber ku 16 meh e li hember hinartina petrola xaw ve heqedestên xwe ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê werdigire, niha ew di 3 sekoyên din ên neftî yên Kurdistanê de bi şêweyekê çalak dixebitin.

 

Wê kompanyaya neftî ya Norwêcî di çarçoveya hewlên xwe yên bo geşedana bi bloka neftî ya Tawkê de, ji 8ê vê mehê (Tîrmehê) ve dest bi kolandina bîra neftî ya Fîşxabûra 3 kiriye.

 

Bloka neftî ya Tawkê dikeve sînorê navçeya Zaxo ya ser bi parêzgeha Duhokê û asta berhemanîna petrolê di wê bloka neftî de rojane 120 hezar bermîl e. DNO xwdiyê %55ê qazanca pişkên bloka neftî ya Tawkê ye û her yek ji şîrketên Genel Energy xwediyê %25 û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî  xwediyê %20ê pişkên wê bloka neftî ne.





3211 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad