English | عربی | کوردی  
 
 
2017-11-07 [11:32 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Nirxê petrolê gihîştine bilindtirîn asta xwe ji heyama 2 salên bihorî ve û her bermîleke petrola Brentê zêdetirî 64 dolarî hate firotin.

 

Roja Duşemî 6ê Mijdarê nirxê petrolê di bazarên cîhanê de cardin zêde bû û bo her bermîlekê 64 dolar derbas kir.

 

Duh duşemî danê sibê nirxê her bermîleke petrola Brentê 20 sentan zêde bûbû û her bermîlek bi 62 dolar û 44 sentan hatibû firotin, lê belê di demên êvariyê de derdora 2 dolarên din hate ser nirxa her bermîleke petrolê.

 

Di dema êvariya duh de, her bermîleke petrola Brentê bi 64 doalr û 35 sentan hat firotin.

 

Herwiha nirxê petrola sivik a Teksasê jî bilind bû û her bermîleke wê bi 57 dolar û 53 sentan hat firotin.

 

Li gorî şirovekar û çavdêrên bazara petrolê, desteserkirina 11 şahzade, sermayedar û kesatiyên navdarên Erebistana Siûdiyê yek ji sedemên giring ên zêdebûna nirxê petrolê ye.





3067 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad