English | عربی | کوردی  
 
 
2018-07-11 [11:42 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Serok Mesûd Barzanî hevxemiya xwe bo rûdana tirafîkê ya bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê anî ziman û sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwast.

Şeva borî li bajarê Sine, tankereke petrolê li otobûseke rêwiyan ketibû, di wê rûdanê herî kêm 15 kes miribûn, gelek kes jî birîndar bibûn.

Bi vê helkeftê, Serok Barzanî peyamek belav kir û hevxemiya xwe bo malbat û xizmên qurbaniyên wê rûdanê nîşan da.

Serok Barzanî di peyama xwe de wiha gotiye: “Wê rûdana bi êş û candayîna komek ji welatiyên bajarê Sine em hemû xembar kirin. Ez hevxemî û sersaxiya xwe digihînim malbatên qurbaniyên wê rûdanê û xelkê xoştivî yê bajarê Sine. Ez xwe şirîkê xema wan dibînim…”

 





2815 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad