English | عربی | کوردی  
 
 
2018-07-11 [12:54 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Parlamentoya Kurdistanê îro li ser cemidandina dezgeha Serokatiya Herêma Kurdistanê civiya.

Di vê civîna parlamentoya Kurdistanê biryar hat girtin ku hilbijartinên serokatiya Herêma Kurdistanê ligel hilbijartinên gera pêncemî ên parlamentoyê pêk neyên.

Di civîna parlamentoyê de dengdan li ser yasaya serokatiya Herêma Kurdistanê hat kirin ku tê de tê gotin, “Divê gera pêncemîn a Parlamentoya Kurdistanê di heyama du werzên girêdana sala yekemîn de li jêr ronahiya pîvanên giştî yên destûrî, biryarê li ser çarenivîsa dezgeha Serokatiya Herêma Kurdistanê bide.”

Firaksiyonên PDK, YNK û Goranê ên li parlametoya Kurdistanê deng dan û li hemberî 16 dengên na, bi 33 dengan hat erêkirin û bi vî awayî hilbijartinên serokatiya Kurdistanê ligel yên parlametoyê nayên kirin.

Li gor K24ê PParlamenterê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Firset Sofî ragihand ku li gor yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê divê hilbijartinên seroaktiyê û parlamentoiyê ligel hev bihatana kirin û got, “Lêbelê di vê mijarê de lihevkirinek tune bû. Goranê jî projeyasayek pêşkêş kir û daxwaz kir ku herdu hilbijartin ligel hev neyên kirin û yasaya dabeşkirina karbidestan bê rakirin."

Herwiha Firset Sofî diyar kir ku ew ê li ser wê yekê bi rijd bin ku serok ji aliyê gel ve bê hilbijartin.

Li Herêma Kurdistanê 30ê Îlonê hilbijartinên parlamentoyê pêk tên. Piştî Serok Barzanî, karbidestên postê serokatiyê hatibûn dabeşkirin.





2893 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad