English | عربی | کوردی  
 
 
2018-07-23 [09:52 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Bo xerciya xwendina master û diktorayê ji wan fermanberên ruxseta xwendinê hene wezîrê darayî û abûriya Herêma Kurdistanê kojmek pere xerc kir.

Jêderekî berpris di Wezareta darayî û abûriya Herêma Kurdistanê de ji BasNewsê re ragihand, ku wezaretê dest bi dayina xerciya xwendina bilind ji master û diktorayê re kiriye, da zanîn ku, roja Pêncşemê, 19ê Tîrmehê bi îmzeya wezîrê Diravî û Abûriya Herêma Kurdistanê Rêbaz Hemlan, dest bi dana xerciya xwendina xwendevanên (Master û Diktorayê) hat kirin.

Heman jêderî diyar kir, ku gujmê yekem ê pereyên hatine xerckirin, 100 milyon û 500 hezar Dînar bûn, herwiha wê li gorî rewşa abûriya Herêma Kurdistanê, dayina xerciya xwendevanên Master û Diktorayê, di çarçoveya rênimaya Diravî ya jimare 38an de berdewam be.

Bernameya Tiwanasaziyê, bernameyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, bi riya wê bernameyê, kesên yekem li ser astê zanîngehên Herêma Kurdistanê derdikevin, Hikûmet bexşîneyên xwendina bilind  ji wan re peyda dike û ji bo xwendina Master û Diktorayê wan dişîne zanîngehên cîhanî û xerciyên xwendina wan dide.   





3001 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad