English | عربی | کوردی  
 
 
2018-09-10 [12:07 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dê di dema xwe de werin kirin.

Piştî civîna doh a Encumena Serkirdetiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Pîrmamê, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bersiva pirsên rojnamevanan da. Nêçîrvan Barzanî li ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê diyar kir: “Hilbijartin dê di dema xwe de werin kirin. Partiyên din jî tekezî li ser vê mijarê kirine, ne tenê PDKê.”

Nêçîrvan Barzanî derbarê bombebarana Îranê ya li dijî baregahên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li navçeya Koyê jî got: “Me helwesta xwe ji Îranê re ragihandiye. Herwiha di vê derbarê de me daxuyaniyeke fermî jî belav kiriye.”

Şanda hevbeş a PDK û YNKê ku ji bo danûstandinên li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê çûbûne Bexdayê, vegeriyan.Derbarê encamên danûstandinan de jî Serokwezîr Barzanî diyar kir: “Civînên me yên li gel aliyan berdewam dikin. Di nav xwe de jî em civînan dikin. Bêguman emê li gorî berjewendiyên Herêma Kurdistanê biryarê bidin.”

Derbarê razîbûna herçar aliyên nerazî yên Tevgera Gorran, Hevpeymaniya Demokrasî û Dadperwerî, Komel û Yekgirtûya Îslamî li ser projeya hevbeş a PDK û YNKê ya ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê jî Nêçîrvan Barzanî got: “Helwesta me ew e ku divê em bi hev re bin. Me bi vê armancê serdana wan kir û wan jî tekez kirin ku divê helwesta kurdan yek be.”

Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku dê sibê bi YNKê re bicivin û got, emê sibê bi YNK re li ser çawaniya beşdarî di hikûmeta Iraqê bicivin.





2860 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad