English | عربی | کوردی  
 
 
2018-09-10 [12:59 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) amaje bi helwesta Serok Barzanî derbarê bombebarana Koyê kir û got ew helwest cihê rêzê ye, da zanîn ku, ji dawiya sala 1996 ve û heta niha ev yekem care bargehên me bi giranî tên topbaran kirin.

Berpirsê dezgeha rêxistina giştî yê Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê (PDKÎ) Tahir Mehmûdî ji BasNewsê re ragehand ku, ev ne yekem care komara Îslamî ya Îranê baregehên me li Koyê topbaran dike lê, ji dawiya sala 1996 ve û heta niha ev yekem care bargehên me bi giranî tên topbaran kirin.

Berpirsê dezgeha rêxistina giştî yê Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê (PDKÎ) da zanîn ku, ew weke PDKÎ du şehîd û 3 birîndarr hene ê PDK şehêdên wan zêdetirin û bi giştî yên herdu aliyan 17 şehîd û 40 birîndar hene.

Tahir Mehmûdî tekez kir ku, berî ew êrîş li ser baregehên partiyên rojhelat be êrîşe li ser serweriya xaka Herêma Kurdistanê û got ku, helwesta Serok Barzanî û partiyên din cihê rêzê ye û wan helwesta xwe ya niştimanî gihane me.

 





2710 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad