English | عربی | کوردی  
 
 
2018-09-10 [01:52 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Îro 10.09.2018ê saziya dadweriya Îranê li girtîgeha Miyanduaw a ser bi parêzgeha Ormiyê, girtiyê siyasî yê kurd Kemal Ehmedînijad piştî çar sal girtîgehê darve kir.

Vê derbarê de malpera Mafê Mirov Hengaw ragehand, îro saziya dadweriya Îranê girtiyê siyasî yê kurd Kemal Ehmedînijad li girtîgeha bajarê Miyanduawê bi tewana endambûna Hizba Demokrata Kurdistanê darve kiriye.

Li gor heman çavkaniyê, bicîh anîna cezayê darve kirina wî girtiyê siyasî yê kurd, bê agahdar kirina malbat û kesûkarê wî pêkhatiye.

Kemal Ehmedînijad xelkê gundê Gamêşgolî yê Miyanduawê bû û payîza sala 2014ê li gel 5 kesên din ên bi navên ‘’Mîlad Ebdî, Seîd Siyahî, Silêman Kirî, Mistefa Tahîrzade û Helmet Ebdulahî’’ bi tewana kuştina endamek sipaha pasdarên Îranê yê bi navê Haşim Zeynalî hatibûn girtin.

Sala 2015ê havînê, ji aliyê saziya dadweriya Îranê ve cezayê darve kirinê bo Kemal Ehmedînijad hate dayîn û pênc kesên din jî her yek ji wan bi 15 sal cezayê darve kirinê, hûkim li wan hat birîn.





3115 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad