Hewlêr (ZNA) - Polîtburoyên PDKê û YNKê piştî civînek pêkanîn hin biryarên giring derxistin.
Li gor daxuyaniya hevbeş a Polîtburoyên PDKê û YNKê, di civîna îro 10.09.2018ê ku Serok Barzanî û Kosret Resûl Elî serpereştiya civînê kirin de, PDKê û YNKê bi ramana berjewendiya gelê kurd û hestyariya rewşê ve, amaje bi yek helwêstî û pêkve karkirina li Bexda û Kurdistanê kirine û ji bo wê jî lijneya hevbeş dê berdewam di peyvendiyê de bin û amadekariyên pêwîst dê pêkbînin.
Di beşek din ê daxuyaniyê de tê gotin: ‘’Her wekî ku di dema borî de bi aşkerayî me ragehandibû ku bo yekrêziya navmala Kurdistanê û bi beşdariya hemû aliyan a di proseya siyasî de me banga civîna hevbeş a hemû aliyan kiribû û em vê dubare dikin. Ji bo vê jî lijneyek hatiye erkdar kirin ku amadekariyên pêdiviya wê civînê bike.’’
Di xaleke din ê daxuyaniyê de PDK û YNK dibêjin: ‘’Ji ber hestyariya rewşa Kerkûkê û pêwîstiya çareseriya wê, biryar hate dayîn ku ew lijneya ku di civîna berê de hatibû pêkanîn dest bi kar bike û pêngavan bavêje.’’
2878 car hatiye dîtin |