Hewlêr (ZNA) - Qaymeqamê Soran ragehand ku, Îranê hêzeke mezin li sînor bicih dike û rêbendên berê jî weke yedek dirust kirine.
Qaymeqamê Soran Kurman Izet ji BasNewsê re ragehand ku, eve demeke Îran sînorê xwe li gel Herêma Kurdistanê tundtir dike û hêzeke zêde aniye rêbendên berê û hin rêbendê din jî weke yedek zêde kirine.
Herwiha Qaymeqamê Soranê da zanîn ku, Îranê hêzeke giran aniye, lê ne bo êrîş kirinê belko ji bo berevanî kirinê aniye lê ti zanyariyên min li ser rêjeya wê hêzê nîne.
Di heman demê Qaymeqamê Soran diyar kir ku, Îranê hêza xwe ji cihê berê ne rakirine, li sînorê Sîdekan ku, navçeyeke sêgoşî ye beşek ji Îran, Tirkiyê û Herêma Kurdistanê ye, Îran ew cih tund û asê kiriye.
3223 car hatiye dîtin |