English | عربی | کوردی  
 
 
2018-09-11 [12:08 PM]

Hewlêr (ZNA) -


 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li sefîrê Spanya li Iraqê û şanda pê re kir.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li Hewlêr pêşwazî li şandeka Spanya bi serokatiya sefîrê wî welatî li Iraqê kir.

Hat gotin ku di wê hevdîtinê de sefîrê Spanya kêfxweşiya xwe nîşan daye ku serdana Herêma Kurdistanê kiriye her wiha spasiya hikûmeta Kurdistanê kiriye ji ber hewandina hejmarek mezin ya koçber û penaberan.

Nêçîrvan Barzanî jî behsa pêwendiyên Spanya û Kurdistanê kiriye û gotiye, Kurdistan girîngiyek mezin dide pêwendiyên xwe û Spanyayê ji ber wê jî Kurdistan dixwaze pêwendiyên her du aliyan zêdetir pêş bikeve.

Di beşeka din ya hevdîtinê de jî, serokwezîrê Herêma Kurdistanê û şanda mêvan behsa rewşa siyasî ya Iraqê û xebatên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê jî kirine.

 





2764 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad