English | عربی | کوردی  
 
 
2018-09-11 [12:30 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence pêwendiyeke telefonî bi Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re kir.

Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser rûpela xwe ya taybet a Tiwîterê wiha nivîsî bû: "Di pêwendiyeke telefonî de li gel Cîgirê serokê Amerîkayê Mike Pence me tekezî li ser wê yekê kir ku, Herêma Kurdistanê dê li ser şerê dijî terorê berdewam be û hawlê xwe bo pêkanîna hikûmeteke pir alî ku, nûneratiya xelkê li Bexdayê bike, min jî piştgiriya Amerîka ji Herêma Kurdistanê re bilind nirxand û tekezê li ser bihêzkirina pêwendiyên dualî kir."

Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê jî kir ku, di wê pêwendiya telefonî de tekezî li ser ku, Herêma Kurdistanê weke navçeyeke aram bo kêmetew û kêmayîn dimîne, herwiha ev azadiya ayînî û pêkvejiyanê ku, di dîroka sedê salan a Kurdistanê de heye û dê bo sed salên din jî berdewam bike.

Ji aliyê xwe ve Cîgirê serokê Amerîkayê Mike Pence li rûpela xwe ya taybet a Tiwîterê nivîsî bû: "Min li gel Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêwendiyeke telefonî kir, tê de êrîşa Îranê li ser xaka Herêma Kurdistanê şermezar kir di baweriya min de ev hewlekî Îranê ye daku, metirsiyê bixe ser aramiya nêzîkitîrn cîran."





2872 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad