English | عربی | کوردی  
 
 
2018-09-11 [02:34 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Aliyên Kurdistanî yên bajarê Kerkûkê li dervey bajarê Kerkûkê li nahyeya Qerehencîr civiyan.

Civîn li binkeyê Partiya Komînîst a Kurdistanê û bi beşdariya hemû partiyên Kurdistanê yên li Kerkûkê, bi amadebûna PDKê ve jî li nahyeya Qerehencîrê destpê kir.

Li gor zanyariyên BasNewsê di civînê de hin pirs dê bên gotûbêj kirin û ya herî serekî jî kkar kirine li ser asayî kirina rewşa Kerkûkê ku 16ê cotmeha 2017ê ve ji aliyê milîsên Heşdî Şeibî ve hatiye dagir kirin e. Herwaha gotûbêje proseya ereb kirinê li Kerkûkê û hemû ew erkên kurdan ên dest li ser hatine danîn piştî 16ê cotmehê jî dê bê guftûgo kirin.

Ev civîna aliyên Kurdistanî yên Kerkûkê wek yekem civîna hemû partiyên Kurdistanê piştî 16ê cotmehê tê pênase kirin. Ji ber Kerkûk hatiye dagir kirin, PDKê beşdarî li civînên aliyên Kurdistanê yên li bajarê Kerkûkê nedikir.





2878 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad