Hewlêr (ZNA) - Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser dabeşkirina mûçeyên fermanberan berdewam e û roja Yekşemiyê 11-11-2018 dê mûçeyên du wezaretan bide.
Çavkaniyekî ji Wezareta Darayî û ABorî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ZNA re got, ku roja Yekşemê mûçeyên du wezaretan tên dayîn.
Heman çavkaniyê got, sibe roja Yekşemiyê mûçeyên herdu wezaretên karûbarên şehîdan û enfalkiriyan û herwiha darayî û aborî tên dabeşkirin.
Li gorî agahiyan, dabeşkirina mûçe dê li gor hemna xişteya berê ya mûçeyan berdewam be û di rojên dahatî de dê mûçeyên wezare, fermangeh û desteyên din jî were dayîn.
2947 car hatiye dîtin |