English | عربی | کوردی  
 
 
2018-11-19 [10:37 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Şiwêrmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî roja Yekûembiyê pêşwazî li Kongresmanê Amerîkî Thomas Garrett kir.

Di civînê de hevdem li gel giftûgo kirin li ser pêşhatên heyî yên li deverê de, behsa azadiya olî û rewşa Penaberên deşta Nînowayê hate kirin û her du alî tekez li ser zêdetir kirina hevkariyên Amerîkayê yên bo penaberên han hate kirin ku jiber tundûtîjî ji deverên xwe derketine û hawara xwe bo Kurdistanê anîne.

Di berdewamiya civîna han de Garrett spasiya helwestên hikûmeta Kurdistanê yên bo hevandin û hevkarî kirina wan penaberan kir û anî ziman ku bihevre jiyana aştiyane di navbera tevahiya pêkhateyên olî yên Kurdistanê de çandeke birûmet û cêyê rêzdariyê ye.

Di berdewamiya civîna han de behsa pêdiviyên seretayî yên deşta Nînowayê û vegera xelkê bo cêyên xwe bi awayekî ku gerentiya selametî û ewlekariya wan were dayîn, hate kirin.





2683 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad