English | عربی | کوردی  
 
 
2018-11-21 [06:48 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Wezareta Nefta Iraqê ragihand, ji bo hinartina petrola Kerkûkê dê boriyeke nû rakêşin.

Berdevkê Wezareta Nefta Iraqê Asim Cîhad ji K24 re gotiye, dubare hinartina petorla Kerkûkê bi rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê dest pê kiriye.

Asim Cîhad her wiha gotiye, li gorî wê rêkeftinê rojane derdora 50-60 hezar bermîl petrol ji Kerkûkê derbasî bendera Ceyhan ya Tirkiyê dibe, wî karî jî şîrketa Iraqî ya SOMO dike.

Berdevkê Wezareta Nefta Iraqê daye zanîn, ji bo hinartina pişka din ya nefta Kerkûkê boriyek nû dê bê rakêşan, ew borî jî dê li kêleka boriya ku niha nefta Kerkûkê tê re tê hinartin, were rakêşan.

 





2950 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad