English | عربی | کوردی  
 
 
2018-12-03 [11:35 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Wezîrê wuzeya Qetarê ragehand, êdî Qetar di Teşkîlata Welatên Petrolê Îxrac dikin (OPEC)ê de cîh nagre.

Wezîrê wuzeya Qetarê Saad Al-Kaabî ragehand, Qetar jî wek welatên din dê petrolê bikire û bifiroşe û Qetarê wekî ku ji OPECê misoger kiribû û Peyman pêkanîbû heta 19ê Çileya 2019ê wan sozên xwe dê bicîh bîne.

Piştî vê daxuyaniyê nirxê petrolê sedî 5 zêde bû û bermîlê petrolê bû 62 dolarê Amerîkî.

Wezîrê wuzeyê yê Qetarê Saad Al-Kaabî got: ‘’Em xwe ji meha Çileya sala nû û pê ve ji OPECê vedikşin. Me biryara xwe gehande OPECê jî. Wek her welatekî ku ne endamê OPECê ye em jî dê sozên ku me dane dê pêkbînin.’’





2917 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad