Hewlêr (ZNA) - Partiya Demokrat ya Kurdistanê (PDK) serokên nû yên Hikûmet û Herêma Kurdistanê destnîşan kir.
Encûmena serkirdatiya PDKê îro bi serpireştiya serok Mesûd Barzanî civiya û di civînê de Mesrûr Barzanî bo posta Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Nêçîrvan Barzanî bo posta Serokê Herêma Kurdistanê hatin diyarkirin.
Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed piştî civîna îro ya encumena serkirdetiya PDKê ragihand, di civînê de Nêçîrvan Barzanî wek kandîdê Serokatiya Herêma Kurdistanê û Mesrûr Barzanî jî wek kandîdê Serokatiya Hikûmeta Kurdistanê hatin destnîşankirin.
Civîna encumena serkirdetiya PDKê bi serokatiya Serok Barzanî hat lidarxistin.
Tê pêşbînîkirin PDK piştî destnîşankirina kandîdên serokatiya hikûmetê û serokatiya Kurdistanê dest bi hevdîtinan bike li gel partiyên siyasî.
3100 car hatiye dîtin |