English | عربی | کوردی  
 
 
2018-12-03 [02:42 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Wezîrê Derve yê Fransa yê berê Bernard Kouchner radigihîne, Fransa û Amerîka hetaheta li Rojavayê Kurdistanê namînin, divê Kurd dest bi diyaloga niştimanî bike ji bo pêkanîna aştiyê.

Wezîrê Derve yê Fransa yê berê Bernard Kouchner ku beşdarî Korbenda Qirkirina Etnîkî û Guhartina Demografî li Efrînê bûye, di daxuyaniyekê de got: “Bawer nekin Fransa ta hetaheta li Sûriyê bimîne, niha ew ligel hêzên Amerîka li Rojava ye, karekî baş e, lê hetaheta namîne. Divê hûn dest bi karên xwe bikin, diyaloga niştimanî di nava xelkê xwe de bikin ji bo pêkanîna aştiyê, ji ber hûn li vî perçeyê berpirsyar in. Fransa û Amerîka ne berpirsyar in.”

Kouchner got jî: “Hûn hêjayî wê yekê ne ku di aştiyê de bijîn û piştre ev navçe geş bibe û paş dest bi guftûgoyan bi cîranên xwe re bikin ji bo vê navçê bi awayekî cudewaz birêk bixin.”

Wezîrê Derve yê Fransa yê berê dibêje: “Amadebûna me di Korbenda Guhartina Demografî li Efrînê de karekî mirovî ye, lê hûn berpirsyar in û divê hûn bixwe dest bi guftûgoyan bikin bo peydakirina aştiyê li vê navçeya pir bi pirsgirêk di navbera Sûriye, Tirkiye, Iraq û Îranê de û di navbera siyasetên Trump û Putin de ku karekî gelekî dijwar e û dem pê pêwîst dibe, ji ber wê gava yekem li vir ji vê korbendê de dest pê bikin.” 

Bi serperiştiya Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk û bi beşdariya hejmarek ji kesayetiyên siyasî yên xwecihî, navçê û cîhanê li bajarokê Amûdê Korbenda Qirkirina Etnîkî û Guhartina Demografî li Efrînê birêve diçe.





2881 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad