English | عربی | کوردی  
 
 
2018-12-09 [08:02 AM]

Hewlêr (ZNA) -


 Berpirsekî hikûmeta Kurdistanê dibêje, asta danûstandinên bazirganî di navbera Kurdistan û Îranê de %20 zêde bûye.

Berpirsê pêwendiyên Kurdistanê bi Îranê re, Ebdullah Akreyî ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, rewşa deriyên sînorî yên fermî û ne fermî yên navbera Îran û Kurdistanê gelekî baş e û ti astengiyek jî nemaye.

Ebdullah Akreyî her wiha gotiye, danûstandinên bazirganî di navbera her du aliyan de roj bi roj zêde dibe û ji havînê ve heta niha %20 zêde bûye.

Wî berpirsê hikûmeta Kurdistanê daye zanîn ku ew hewl didin asta danûstandinên navbera Kurdistan û Îranê de hîn zêdetir bikin.





2857 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad