English | عربی | کوردی  
 
 
2018-12-12 [12:26 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Rêveberiya Gumrika deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl ragihand, di mehekê de herî kêm 5 hezar ton tiştên xirab hatine jinavbirin û nêzîkî 140 hezar kes jî ji derî re derbas bûne.

Rêveberiya gumrika deriyê Îbrahîm Xelîl, ku di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de ye, raporta xwe meha Mijdarê belav kir.

Di raportê de ku nusxeyek ji BasNewsê re jî hatiye şandin, hatiye gotin ku di heyama mehekê de zêdetirî 139 hezar kes ji deriyê Îbrahîm Xelîl re derbas bûne ku 73 hezar ji wan derbasî Kurdistanê bûne û yên din jî çûne Tirkiyê.

Di raporta rêveberiya gumrika Îbrahîm Xelîl de hatiye ragihandin, di heyama meha Mijdarê de zêdetirî 5 hezar ton tiştên xirab hatine jinavbirin û hinek jî paşde hatine vegerandin.

 





2911 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad