English | عربی | کوردی  
 
 
2018-12-15 [10:04 AM]

Hewlêr (ZN


Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi helkefta cejna êzdyan peyamek belav kir.

Malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê belav kir ku, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de pîrozbahiyab cejna êzdiyan kir, tê de  ragihand ku, cejna Êzî ya kurdên êzdî di demekê de tê kirin, ku mixabin hejmareke mezin ji kurdên êzdî li kampan dijîn û nekarîne vegerin navçeya xwe.

Herwiha Nêçîrvan Barzanî got jî ku, ez hêvî dikim, di cejnên bê de hemû êzdî bi serbilindî vegeriyabin ser cih û mulik û malên xwe yên aram û avekirî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê hemû hewlên xwe ji bo vê yekê bide.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku, ew hemû kurdên êzdî piştrast dikin ku heya yek welatiyê Kurdên êzdî yên hatî revandin di destê DAIŞê de mabe, dê hewlên wan berdewam bin ji bo rizgarkirin û vegerandina wan bo cem kesûkarên wan.

 





2947 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad