English | عربی | کوردی  
 
 
2018-12-14 [02:09 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Şêx Ebdulselamê Barzanî di 14.12. 1914an de ji aliyê dewleta Osmanî ve li bajarê Mûsilê hat darvekirin. Anku îro 104 sal bi ser darvekirina Şêx Ebdulselamê Barzanî ve derbas dibe.

Şêx Ebdulselam Barzanî mafên neteweyî yên kurdan dest bi xebatê dike û ligel serokên eşîrên wê serdemê dicive. Di sala 1907an de nameyekê ji dewleta Osmanî ra dişine û dawa li padîşahên o-Omanî dike ku mafên kurdan ên xwezayî û neteweî werin naskirin û perwerdeya kurdî bo kurdan bihê dayîn.Herwiha hewl dide îdareya kurdî pêk bîne.

Herwiha Şêx Ebdulselam Barzanî bi serkirdeyên kurd yên wê demê weke, Simko Axayê Şikak, Ebdulrezaq Bedirxan, Şêx Mahmûdê Berzencî, Komeleya Talebeyan a Hêvî, Kurdistan Tealî Cemiyetî ra danûstendinan pêk dihîne û bo siberoja kurdan danûstendinan li gel wan dike. Gelek caran bi Ebdulrezaq Bedirxan û Simko Axa re dicive.

Padîşahê wê demê yê Osmanî, Sultan Reşad dijî hewldanên Ebdulselam Barzanî yê neteweyî derdikeve û zindanî dike.  Waliyê wê demê yê Musilê Suleyman Nazîf ve  ku ew bi xwe ji Diyarbekirê ye hate darvekirin.

Şêx Ebdulselam Barzanî, birayê Mele Mistefa Barzanî yê mezin e û li ber çavê Mele Mistefa Barzanî dihête darvekirin. Dihête zanîn ku darvekirina Şêx Ebdulselam Barzanî tesîreke mezin li Mele Mistefa Barzanî kiriye û biryarê dide ku liser doza birayê xwe Şêx Ebdulselam be.





3211 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad