English | عربی | کوردی  
 
 
2018-12-21 [09:40 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Cîgirê Serokwezîrê Iraqê bo karûbarên aborî û herwiha Wezîrê Darayî yê Iraqê Fûad Husên ragehand ku, biryara xerckirina du mûçeyên sala borî û 3 mûçeyên îsal bo beşek ji fermanberên Herêma Kurdistanê hatiye derxistin.

Wezîrê Darayî yê Iraqê Fûad Husên biryar da berî ev sal bi dawî were du mûçeyên sala 2017 li ser fermanberan Herêma Kurdistanê dabeş bibe.

Wezîrê Darayî yê Iraqê di heman demê de biryar da ku, mûçeyê her 3 mehên dawî yê sala 2018 yên wan dezgehê fedralên Iraqê li Herêma Kurdistanê xerc bike.

Parlamentarê Iraqê li ser firakisyona Gorran Kawa Mihemed li ser rûpela xwe ya Facebookê belav kir ku, pêwendî li gel Dr. Fûad Husên kiriye û jêre gotiye ku, berî dawiya vê salê herdu mûçeyên sala 2017 têne xerc kirin.





3178 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad