English | عربی | کوردی  
 
 
2018-12-27 [03:41 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Îro 27.12.2018ê Şêwirmendê Civata Asayîşa herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li serokwezîrê Vatîkanê Kardînal Pietro Parolin û şandeya li gel kir.

Di destpêka hevdîtinê de Mesrûr Barzanî pîrozbahî li cejna dayîkbûna Hezretî Mesîh û sersala nû ya zayînî li kardinal Pietro Parolin kir û bi rêya wî ve jî silavên taybet ji Papa yê Vatîkanê Francis re rêkirin.

Di hevdîtinê de li gel guftûgoya rewş û rol û rewşa pêkhateyên olî û netewî, xwedan derketin û hewandina koçberên mesîhî yên li herêma Kurdistanê bilind hat nirxandin û vê derbarê de şêwirmendê civata asayîşa herêma Kurdistanê amaje bi çanda pêkvejiyan û lêborînê ya gelê Kurdistanê kir û ragehand, wek her gavekê mesîhî wek beşek resen ê vê civakê em dibînin û xwedan lê derdikevin û hewandina wan jî wek erkê mirovperweriya gelê xwe em dizanin.

Herwaha şêwirmendê civata asayîşa herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di beşek din ê axaftina xwe de hêvî xwest, bi alîkariya hemû aliyan ve hewayekî baş bê xulqandin bo ku birayên Xirîstiyan welat bicîh nehêlin û tevgera koçberiyê berevajî bibe û bi rihetî vegerine ser erd û cîhên xwe yên resen.

Herwaha ji aliyê xwe ve serokwezîrzê Vatîkanê kardinal Pietro Parolin jî spasiya hikûmeta Vatîkanê ji herêma Kurdistanê re ragehand û hêvî xwest ku aştî û seqamgirî vegere navçeyê. Herwaha dervey pesnên rola herêma Kurdistanê û xwedan derketin û dabîn kirina hemû pêdiviyan bo koçberan, teqez jî kir Vatîkan di pêşkeş kirina alîkarî û piştevaniyê bo pêşketina zêdetir a herêma Kurdistanê dê berdewam be.





3307 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad