English | عربی | کوردی  
 
 
2019-01-16 [09:58 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Serokê Hevpeymaniya Niştimanî û Serokwezîrê berê yê Iraqê Îyad Elawî daxuyaniyek derbarê terorkirina kadîrekî PDKê li Kerkûkê belav kir û got ku, wî ji mêjde daxwaza çareserkirina pirsa Kerkûkê dikir.

Elawî di daxuyaniya xwe de tîrorkirina kadîrê PDKê Cebar Arif Reşîd şermezar kir û ragehand ku, pêwîste çareseriyeke pêwîst ji rewşa wî bajarî re were dîtin.

Serokê Hevpeymaniya Niştimanî amaje bi wê yekê kir ku, berî niha wî derbarê rewşa xirab ya Kerkûkê hiyarî da bû û ragehandibû ku, divê danûstandinên niştimanî bo çareserkirina rewşa Kerkûkê bên kirin.

Duh li taxa ronakî ya bajarê Kerkûkê du kesan teqe li kadîrê PDKê Cebar Arif Reşîd kirin û reviyanm di encam de kadîrê PDKê şehîd bû.





5755 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad