English | عربی | کوردی  
 
 
2019-01-25 [09:28 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Çavkaniyek ji Wezareta Darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê dengoya şandina 450 milyar dînar ji aliyê Bexda bo Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

Çavkaniyê di daxuyaniyekê de dengoya şandina 450 milyar dînarên Iraqî ji aliyê Bexda bo Herêma Kurdistanê red kir û amaje bi wê yekê kir ku, vê salê Bexda her meh tenê 317 milyar dînar rêdikir.

Herwiha da zanîn ku, ew pêşinyara di projeyasaya bûdceya 2019 derbarê mûçeyên fermanber û Hêzên Pêşmerge misoger bû yek ji pêşinyarên Wezareta Darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû.

Ji aliyê xwe ve Rêveberê Giştî yê banka Navendê liqê Hewlêrê Abid Mizûrî ji BasNewsê re tekez kir ku, îsal her meh tenê 317 milyar dînar ji Bexda dihatin Herêma Kurdistanê û dengoya 450 milyar ne raste.





3271 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad