English | عربی | کوردی  
 
 
2019-02-04 [11:08 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Berpirsekî hikûmeta Kurdistanê ragihand, tenê di nav sê rojan de herî kêm 5 hezar tûrîstan serdana Hewlêrê kirine.

Berdevkê desteya giştî ya tûrîzma Kurdistanê, Nadir Rostî ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, roj bi roj hejmara tûrîstên ku tên Kurdistanê zêdetir dibe.

Nadir Rostî her wiha gotiye, di nav sê rojan de herî kêm 5 hezar tûrîst hatin Hewlêrê û serdana cihên tûrîstî yên parêzgeha Hewlêrê kirin.

Berdevkê desteya giştî ya tûrîzmê daye zanîn, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê baştir bûne û rewşa aboriya Kurdistanê jî geştir dibe ji ber wê jî tûrîst roj bi roj zêde dibin.

Li gorî agaihyên Nadir Rostî, sala 2016, milyonek û 600 hezar tûrîst hatibûn Kurdistanê, sala 2017, du milyon û 100 hezar û par jî zêdetirî sê milyon tûrîst hatibûn Kurdistanê.

 





3238 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad