English | عربی | کوردی  
 
 
2019-02-04 [11:40 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di merasîma pêşwazî kirina Mîrê êzdiyên cîhanê û Kurdistanê Mîr Tehsîn Beg de gotarek pêşkeş kir.

Nêçîrvan Barzanî ragehand: ‘’Di êzdîtiyê de tê gotin ‘Bin Adem û hezar salî temam bikey, mîratê şerqê heta Şamê temam bikey, her dê rojekî temam bikey.’’

Barzanî ragehand: ‘’Îro em pêşwaziyê li kesekî mezinê Kurdistanê Mîrê êzdiyên Kurdistanê û cîhanê Mîr Tehsîn Beg dikin. Careke din serxweşiyê li malbata mîr û civata ruhanî û hemû êzdiyan dikin.’’

Barzanî got: ‘’Mîr Tehsîn malavayî li me kir. Karên wî yên ji bo Kurdistanê û xizmeta êzdiyan bû sedem ku di dema mîratiya wî de her dem di dîroka êzdiyan û Kurdistanê de Mîr Tehsîn zindî bimîne.’’

Herwaha ragehand: ‘’Mîr Tehsîn peyvendiyek bihêz hebû û beşdariya şoreşa Kurdistanê kir û ji ber wê jî rastî girtin, surgin û derbederiyê bû. Di dema mîrbûna wî de bi sedan ciwanên êzdî beşdarî şoreşa Kurdistanê bûn. Ji ber egîdî û meziniya wî û qehremaniya hin Pêşmergeyên êzdî naha jî di nav xelkê Kurdistanê de navê wan wek efsaneyekê û destanekê tê behs kirin.’’

Nêçîrvan Barzanî got: ‘’Piştî Mîr Tehsîn Beg di temenekî biçûk de bû mîr, piştevanî li daxwazên şoreşa Barzan kir û beşdarî şoreşa Îlonê bû. piştî nemana rejîma Beis jî berdewam êzdî teşfîq kirin beşdariyê li xebata Kurdistanê û Iraqê bikin. Dîroka wî gelek helwêstên geş têdene, em di wê baweriyê de ne ku malbata birêz mîr jî berdewamê wê rêyê bin.’’

Barzanî ragehand: ‘’Mîr erkê xwe yê niştimanî û netewî pêkanî, ji ber xizmet kirina ji vê axê re beşeke ji erkê olî yê êzdiyan. Parastina ziman û netewî yek pêwîstiyên êzditiyê ye. Ji ber wê jenosoid û hewla guhertina nasnameya Kurdistanê li devera êzdiyan destpê kir.’’

Barzanî ragehand: ‘’Pêwîste êzdî xwedî roleke giring bin û di rêveberiya deverê de taybetmendiya wan hebe, ku Şingal bibe parêzgeh li herêma Kurdistanê û emê li gel Bexdayê jî hewldanên cidî bidin. ‘’

Nêçîrvan Barzanî got: ‘’Birêzan em malavayiya Mîrê êzdiyan dikin. Lê careke din qurbanên êzdî û Şingalê cerg û dilê me hejand. Cihan dizane ku DAIŞ rêxistinek terorîste û ew rêxistine tewanekî herî mezin û hovane li hember êzdiyan pêkanî. Revandina dayîk û keçên me yên êzdî û cuda kirina jin û zarokên êzdî ji zilamên wan, tewanekî ti caran birîna wê sar nabe ye. DAIŞê tewaneke mezin li hember xelkê din ê Kurdistanê û Iraqê pêkanî, xelkê sivîl kuşt, Pêşmerge û rojnamevan serjê kirin, lê ev tewanên ku pêkanî gelek mezin bûn. Xelkê Kurdistanê ti demekê vê karesatê jibîr nake û hemû hewldanekê emê bidin bo rizgar kirina revandiyên êzdî. DAIŞê 6417 kes revandin, ku piraniya wan jin û keç bûn. Heta naha 3.342 kes hatine rizgar kirin. Lê mixabin hîn 3 hezar kes nehatine dîtin û rizgar nebûne. Ez daxwazê li xelkê hemû cîhên ku berê di dest DAIŞê de bûn dikim, alîkarê me bin bo rizgar kirina wan jin û keçan. Min bixwe jî biryar daye heta hemû revandiyên êzdî neyên rizgar kirin, rizgar kirina wan karê me yê herî serekî be û ew ofîsa vê derbarê de hatiye ava kirin karên xwe jî berdewam bike.’’

Dawiyê de jî Barzanî careke din got: ‘’Dubare serxweşiyê li hemû êzdiyan dikim. Dibêjim Mîr tu xêr hatî bo devera xwe û bo Şêxan, ku li gel te li hemû cîhekî cîhanê xweştir e. Careke din li gel rêz hûn hemû bixêrhatin.’’





3199 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad