English | عربی | کوردی  
 
 
2019-02-05 [11:11 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Encûmena Wezîran piştî 4 salan û bi awayeke sînordar  ragehand ku, veguheztina fermanberan di navbera wezaretan de dê destpê bike.

Li gor çend nivîsînên fermî, Serokatiya Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê deriyê veguheztina fermanberan ji wan wezaretên ku, pirsgirêka kêmbûna mîlakan li cem heye vekiriye. Ew veguheztina sînordar wezareta xwendina bilind û çend wezaretên din nagre.

Berî niha û di 22 Şubata 2016an de Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê biryar dabû veguheztina fermanberan di navbera wezaretab de rawestandibû, di wê biryarê de hatibû ku, Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê bi armanca rêkxistin û pêdaçûn li ser mîlak û bandora yekrêya wezaret û dezgehên Herêma Kurdistanê biryara ragirtina veguheztina fermanberan da.

Serokê fermangeha yasayî ya Encûmena Wezîrên Kurdistanê Neroz Qazî ji BasNewsê re ragehand ku, veguheztina fermanberan ji hin dezgeh û wezaretan herwiha ji hin pispor û navnîşan hatiye vekirin lê ew veguheztin sînordare.

Herwiha da zanîn ku, ew dezgehên mîlakên wan zêde bin û dezgeheke din li cem wê fermanber kêmin di wê demê wê fermanber bên veguheztin wan cihên pêwîst.





3349 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad