English | عربی | کوردی  
 
 
2019-02-10 [12:57 PM]

Hewlêr (ZNA) -


 Berpirsê giştî yê bendavên Kurdistanê dibêje, tevahiya bendavên biçûk û mezin yên Kurdistanê tijî av bûne.

Li gorî raportên keşnasiyê, heta niha baranek xweş li Başûrê Kurdistanê bariye. Ji ber wê jî li gelek cihan kanî derketiye û bendav û gol tijî bûne.

Li ser rewşa bendavên Kurdistanê, berpirsê giştî yê bendavên Kurdistanê Ekrem Ehmed di daxuyaniyekê de got, îsal asta ava bendavan gelekî baş e, tenê bendava Derbendîxanê nebe ew jî ji ber ku ji ber erdhejê ziyan dîtiye, nikare zêde avê kom bike.

Ekrem Ehmed her wiha got, tevahiya bendavên biçûk û mezin tijî av bûne. Bendava Dûkanê 5 milyar û 120 milyon metr kûp av kom kiriye, bendava Derbendîxanê jî milyar û nîv metr kûp av kom kiriye.

Berpirsê giştî yê bendavên Kurdistanê da zanîn, ew dixwazin çend bendavên din çêbikin lê heta bûdce neyê terxankirin, ew nikarin tiştekî bikin.





3538 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad