English | عربی | کوردی  
 
 
2019-02-13 [01:43 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Berpirsekî hikûmeta Kurdistanê ragihand, her sal herî kêm bi qasî 16 milyar dolar tişt ji Îran û Tirkiyê tên Kurdistanê.

Rêveberê giştî yê bazirganiyê li Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê ya Kurdistanê, Newzad Edhmed di civîneke rojnamevaniyê de ragihand, her sal bi qasî 10 milyar dolar tişt ji Tirkiyê derbasî Kurdistanê dibe û ji Îranê jî bi qasî 6 milyar dolar tişt derbasî Kurdistnaê dibe.

Newzad Edhem da zanîn, beşek mezin ji wan tiştên ku ji Tirkiyê tên, derbasî deverên navîn û başûrê Iraqê dibin.

Wî rayedarê hikûmetê behsa anîna otomobîlan jî kir û ragihand, %84 otomobîlan ji sînorên navbera Îran û Herêma Kurdistanê re û %16 jî ji Tirkiyê derbasî dibe.

 





3247 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad