English | عربی | کوردی  
 
 
2019-02-20 [09:33 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Şêwermenda Serokê Sûriyê Beşar Esed îro roja sêşemê eşkere kir ku ew daxwaza kurdan ya otonomî red qebûl nakin dikin, jiber ku ew dê rê li hember parçebûna welat veke.

Ji %35ê xaka Sûriyê di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokaratîk (HSD) de ye. Herwiha PYDê ligel pêkhateyên herêmê “Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriye” ragihandiye. Di van demên dawiyê de PYDê bi bilevkirina çend xalan daxwaza çareseriyek aştiyane ya pirsa kurdî li Sûriyê ji rejma Esed kiribûn û bi çavdêriya Rûsyayê ligel hin berpirsên rejima Beşer Esed civiya bûn.

Şêwirmenda Beşar Esed Boithaina Şaban li paytexta Rûsyayê li Moskowayê di presskonferansekê de axivî  û liser pirsa naskirina otonomiya kurdan aşkere kir ku  ew ê bi ti awayî wê yekê qebûl nekin ew dê rê li hember parçebûna Sûriyê veke.

Herwiha Şaaban got: "Otonomî tê wateya parçebûna welat, em qet rê nadin Sûriya parçe bibe.Sûriye welatê hemû kesane, hemû kes li hember yasa û destûra Sûriyê wekhevin û kurd jî beşek in ji gelê Sûriyê.”

Di beşekî din ê axaftina xwe de Şaban Serokkomarê Tirkiyê Erdogan jî rexne kir û got: “Erdogan xewnan dibîne ku car din Împîratorya Osmanî ava bike. Lê ez ne di wê bawerê de me ku bikare wê bicîh bîne jiber ku xelkê me dê berevaniyê ji axa xwe bikin. “

Serokê Sûriyê Beşar Esed jî beriya bi 2 rojan bang li HSDê kiribû ku baweriya xwe bi Amerîkayê neynin û wê Amerîka nikareibe wan biparêze.





5524 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad