English | عربی | کوردی  
 
 
2019-02-27 [10:24 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Encûmena bilind neft û petrolê li herêma Kurdistanê pişka herêma Kurdistanê ya di budceya 2019ê ya Iraqê de guftûgo dike.

Piştî ku 7 meh li ser civînê re derbas bû, îro 27.02.2019ê encûmena bilind a neft û gazê ya herêma Kurdistanê, careke din dê bicive û pişka herêma Kurdistanê di budceya giştî ya Iraqê û rêkeftinên navbera Hewlêrê û Bexdayê û babeta radest kirina 250 hezar bermîlên neftê rojane ji Bexdayê re dê guftûgo bike.

Vê derbarê de K24ê ragehand ku di civînê de, wezîrê çavkaniyên xwezayî û wezîrê darayî dê zanyariyên derbarê henarde kirina nefta herêma Kurdistanê û dahatên navxwe de agahiyên heyî dê aşkera bikin.

Duh cîgirê serokê encûmena nûnerên Iraqê Dr. Beşîr Hedad bi daxuyaniyekê aşkera kir, piştî pejirandina proje yasaya budceyê ji aliyê encûmena nûneran û di rojnameya weqaî ya Iraqê de hati weşandin, naha ketiye warê bicîhanînê. Lê ji ber hin babetên teknîkî heta naha bo ti parêzgeheke Iraqê û herêma Kurdistanê xerciyat çênebûne.

Herwaha diyar kir ku destpêka meha bê de beşa herêma Kurdistanê li budceya giştî ya Iraqê de dê bê xerc kirin û bê rêkirin.





5227 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad