Hewlêr (ZNA) - Rêveberê geştûguzar a Soran amara hatina geştyaran a rojên cejna Newrozê bo seyrangeh û cîhên geştyariya devera Soranê aşkera kir.
Rêveberê geştûguzar a Soranê Barzan Mihemed di daxuyaniyekê de ragehand, tenê heyama 3 rojên cejna Newrozê de zêdetirî 100 hezar kesan serdana cîhên geştyarî û seyrangehên devera Soranê kirin. Ji vê rêjeyê jî zêdetirî 10 hezar geştyar biyanî bûne û ji wan jî 4 hezar kes li cîhên geştyariyê mane.’’
Rêveberê geştûguzara Soran got: ‘’Plana pêşwazî kirina li geştyaran bi hemahengiya aliyên peyvendîdar ve serkeftî bû û geştar û ew kesên bo geştê berê xwe dabûn devera me demekî xweş û şad derbas kirin.’’
3145 car hatiye dîtin |