English | عربی | کوردی  
 
 
2019-03-26 [01:14 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Li bajarê Xaneqînê, komek cotkarên kurd li dijî rêveberiya çandiniya parêzgeha Diyale xwepêşandan kirin ku biryar daye erd û zeviyên wan bide ereban.

Duhî li Xaneqînê komek cotkarên kurd li dijî rêveberiya çandiniya parêzgeha Diyale ya Iraqê xwepêşandan kirin.

Li ser wê mijarê, yek ji cotkarên kurd bi navê Serwer Elî, ku tevlî xwepêşandanê bibû, ji BasNewsê re got, rêveberiya çandiya Diyale biryar daye erd û zeviyên cotkarên kurd yên ku di dema rêjîma Beisî ya Iraqê de dabûn ereban lê piştî rûxana rêjîmê ketibû destê kurdan, dîsa bide ereban.

Wî cotkarê kurd da zanîn, ji ber wê jî cotkarên ku ji ber wê biryarê mexdûr bûne li dijî wê biryarê xwepêşandan kirin û daxwaz kirin ew biryar were betalkirin û got, berpirsê çandiniya Diyale piştî ku guh da nerazîbûn û giliyên me, soz da wê biryarê betal bike.

Bajarê Xaneqînê bajarekî Kurdistanî ye lê girêdayî parêzgeha Diyale ya Iraqê ye.

 





3232 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad